Şevbêrkên Şemdîn

Di navbera salên 1998 û 2018’an de li ser ekranên Med, Medya, Roj û Stêrk TV bi sedan dengbêj bûn mêvanên Hozan Şemdîn.
Bi rêya van civatan, kêfxweşî û dewlemendiya dîroka çanda dengbêjiya Kurd gihişte bi mîlyonan kesî.
Hemû berhem wê li ser navnîşana Youtube a bi navê Şevbêrkên Şemdîn werin weşandin.
Di van bernameyan de klam, dîroka dengbêjiya Kurdî, bîranîn û sohbetên xweş tên parvekirin.
Hozan Şemdîn armanca vê xebatê weke zindîkirina çanda dengbêjiyê binav dike û dibêje, "Xwedîderketina gel a çalak wê bibe wesîleya ku dengbêjî bi hemû rengên xwe li nava nifşên nû ên civaka Kurd werin belavkirin."
Xwedîderketina li vê çanda Kurdî ya kevnar wê bibe sedem ku dengbêjî her zindî bimîne.