Xelîl Xemgîn - Rista Şehit (Official Audio)
Автор: Xelîl Xemgîn Official
Загружено: 2020-11-21
Просмотров: 49552
Xelîl Xemgîn - Rista Şehit
Album: Name
Text & Musik:Xelîl Xemgîn
RISTA ŞEHÎD
Min divêt hertim bêjim
Hiş û reman li ser bipêjim
Rista Şehîd tim birêsim
Cerg û dil li ser bisojim.
Lê ne yek car, hertim car
Tim bikim qîr û hewar
Ji bo Şehîd biqîrim jar...
Ji ber hîma vîna dil
Dil tije bû xem û kul.
Pakrewanê Gele tu...
Doz gerand bû evîndar,
Dil berda qadê bi yek car,
Şehîdê me ye tu...
Ew can û giyan û xwîn.
Pişkivîn gul û nisrîn-beybûn.
Wateyek daye jînê...
Kevinjiyana tar û teng,
Nepejirand ew qey û bend
Hêvanê nuh jiyanê...
Sibê wê bên şahî û dîlan
Navê te nirxê jiyan,
Li ser dîwarê Dibîstan...
Kerwanên me diçên jor
Ronî didin li hawîr dor
Hêvîn û vîne tu...
Min divêt hertim bêjim
Hiş û reman li ser bipêjim
Rişta Şehîd tim birêsim...
Lê ne yek car, hertim car
Tim bikim qîr û hewar
Ji bo Şehîd biqîrim jar...
Gora min ji kevirên Mermer çênekin
Bi vî dilê wek zinaran, em tenê dikarin bispêrin Çiyan.
Bila xayînan di bin kevirên sar de veşêrin.
Ez dil girtiyê ronahî û azadiyê me...
Tewra ber vê dilê min, ber bi tava Sibê,
Ezê bimirim...
Ez girtiyê ji ber ronahî î Azadiyê me.
Ez arama dilê dayîka me...
Ez Huseyinê serfirazim.
( Ji bo bîranîna rêhevalê min ê Şehîd, Huseyin Çelebî -1996 )
Gotin û muzîk: Xelîl Xemgîn.
Hesabên min ên fermî evin./ Follow Xelil Xemgin on his social media accounts:
Instagramm: / x_xemgin
Facebook: / xelilxemgino. .
Twitter: / x_xemgin
#xelilxemgin #name #rista şehid

Доступные форматы для скачивания:
Скачать видео mp4
-
Информация по загрузке: