Kanî biratî
Автор: RAMÊ RUMET
Загружено: 2026-01-26
Просмотров: 189
Gotin awaz : ramê rumet
27-01-2026
KANÎ BIRATÎ
Kanî biratî kanî aşitî
Kanî ew mafê wek însanetî
Kanî biratî kanî aşitî
Kanî ew mafê meyî wek hevî
Tê serê kuçkê liser texta bî
Tu herdem liser tacu texta bî
Ez xizmetkarê her wek kolabî
Ez koledarê lber deryê tebî
Min date ax û avû kevro dar
Te damin jehro êşo kul û jar
Min date ax û avû kevro dar
Te damin jehro êşo kul û jar
Te got yek ziman yek dewlet û al
Te got yek ziman yek dewlet û al
Dam destê çeqel hirço gur û mar
Hiştim ji derve bê xwedî û mal
Tenê bi gotin biratî nabe
Mafê te hebe yêmin tunebe
Tenê bi gotin biratî nabe
Mafê te hebe yêmin tunebe
Ziman yê tebe gotin yê tebe
Ziman yê tebe dewlet ya tebe
Naxwazim biheşt çandan lênebe
Naxwazim cennet azadî nebe
Kanî biratî kanî aşitî
Kanî ew mafê wek însanetî
Kanî biratî kanî aşitî
Kanî ew mafê meyî wek hevî
Доступные форматы для скачивания:
Скачать видео mp4
-
Информация по загрузке: