Mescîdû’d Teqwa û Mescîdû’d Dirar: Aqûbet Dikin Diyar | Sîyera Nebî 21 | Orhan Eren
Автор: Dersên Tewhîdê
Загружено: 2025-01-16
Просмотров: 379
Mescîdû’d Teqwa û Mescîdû’d Dirar: Aqûbet Dikin Diyar | Sîyera Nebî 21 | Orhan Eren
Hin Xisûsîyetên Bey'atên Aqabeyê
A yekem Rasûlullah (ass) di bey'ata yekem de ji Ensarîyan daxwaza parastin û şera li dij muşrîkan nekirîye. Lewre di vê astê de hêj destûr an jî emrê cîhadê nehatibû. Dema em bala xwe bidin em ê bibînin ku destûra cîhadê piştî cemaeta îslamê ji hêla kalîte û jimar ve hate asteke diyar hêj pêk hatîye. Ev jî metodeke tevgera rabbanî ye. Ev metod; enceq piştî ku cemaeta îslamê ji perwerdeya îslamê biborin cîhadê li ser misilmanan ferz dike. Eger aqîdeya tewhîdê bicih nebe û terbîyeya îslamê bêkêmasî neyê kirin çalakîyên li ser navê cîhadê pir bi xetere ye.
Wek duyem em dikarin bibêjin ku; Rasûlullah (ass) piştî ji Ensarîyan bey'at sitend bi da’wet û teblîxê ji bo belavkirina îslamê wan wezîfedar kir da ku Medîne ji bo avakirina dewleta îslamê guncaw bibe. Bi vê awayê Rasûlullah (ass) dixwest ku veavabûna navxweyî ya dewleta îslamê ku dê li wê derê bê avakirin zexim û qewîn be. Lewre veavabûna navxweyî ya dewleta îslamê çiqas qewîn be dê dewleta îslamê jî bi her awayî zeximtir be. Ji vê helwesta Rasûlullah (ass) fêm dibe ku tevgerên îslamî yên îro jî divê ferdên xwe di ronahîya Qûr'an û sûnnetê de xweşik perwerde bikin û teblîxa xwe bidomînin.
A sêyem Rasûlullah (ass) bi Ensarîyan re wek berpirsîyar eshabîyekî xwe yê wisan şand ku di bin terbîyeya wî de gihîyabû û misilmanekî salih û da’wetvanekî pir bi qabilîyet bû. Da’wetvanê mezin Mûs’ab b. Ûmeyr (ra) bi hikmet û bi têgihîn û bi jîrekîya xwe di demeke pir kurt de ji bo ku bikevin îslamê ji gelek însanan re bû wesîle. Hetanî wisan ku Ûseyd b. Xûdayr û Sa’d b. Mûaz ku ev herdu jî serokeşîrê qewmên xwe bûn bi wesîleya Mûs’ab b. Ûmeyr (ra) îman anîn.
Rasûlullah (ass), ji bo herbê digel ku şeytan wan arandibû jî destûra şera li dij muşrîkan nedabû Ensarîyan. Hal ev e ku di bey'ata duyemîn de ji misilmanan re destûra şer hatibû dayîn. Di rêbaza tevgera îslamê qerara destpêka şer ne kafir didin. Lîderê misilmanan qerara destpêka şer dide. Ew jî ne li gorî arandina kafiran, bilekîs li gorî amadehî û guncawîya cemaeta îslamê biryar dide. Dema cemaeta îslamê ne amade be divê lîderê wan destûrê nede kafiran da ku wan bal bi şer ve bikişkişînin.
Ji Bo Avakirina Dewleta Îslamê Bey'ata Duyemîn Ya Aqabe
Li gorî rîwayeta Cabir b. Abdullah (ra) di bey'ata duyemin ya Aqabe de Ensarîyan li ser van mijaran bey'ata Rasûlullah (ass) kirin:
“Îteata di firehî û tengasîyê de, înfaqa fîsebîlîllah ya di destfirehî û di desttengîyê de, şîreta qencîyê û astengbûna ji xerabîyan, amelkirina ji bo Allah (ac), netirsîna ji lomeyên lomekaran, dema ez hatim cem we (Medîneyê) wekî ku hûn nefsa xwe û malbata xwe diparêzin parastina min… Ez li ser van bi we re bey'at dikim. Eger hûn vêya pêk bînin ji we re cennet heye.” (Ahmed, Mûsned)
Her pênc şertên bey'atê bê îxtîlaf û bê tewîl zelal û eşkere ye. Birastî ev bey'ata duyemîn, ne bey'ata ketina îslamê bû, bey'ata avakirina dewleta îslamê bû. Bey'ata ketina îslamê cuda ye û bey'ata avakirina dewleta îslamê jî cuda ye. Ew ê ji bo avakirina dewleta îslamê bey'at dike, ew kes êdî ji bo gihîştina ve armancê ji fedakirina mal û canê xwe û her tiştê xwe re amade ye.
Ji tarîtîyên kufrê ber bi ronahîya wehyê ve...
Ji bo ku hûn me bişopînin:
📌 YouTube:
👉 https://www.youtube.com/channel/UCSp7...
📌 Twitter:
👉 / ebuhanzalaku
👉 / dersen_tewhide
#DersênTewhîdê
Доступные форматы для скачивания:
Скачать видео mp4
-
Информация по загрузке: