Hişyar Aydin - Silhedîn Ez im
Автор: Hişyar Aydin
Загружено: 2020-04-28
Просмотров: 704
Gotin û Awaz : Hişyar Aydin
Silhedîn Ez İm
Min di awirên veşartî de
Gelek dar xemilandin
Min di bêdengiya salan de
Gelek deng nehwirandin
Destar ez im
Bivir ez im
Teşî ez im
Rêsî ez im
Cotkar ez im
Karker ez im
Dengê we ez im
Li hember serdestê zordar
qet serê xwe netewandim
Li nava zindana mirdar
doza pîroz her parastim
Mazlûm ez im
Sema ez im
Seîd ez im
Şivan ez im
Doktor ez im
Zîlan ez im
Dengê we ez im
Bi derewan û înkaran
mal û jiyan kirin wêran
Ji bo hesabê wê bê dan
Bila herkes bêje temam
Jin ez im
Zarok ez im
Darber ez im
Kanî ez im
Kew ez im
Tawis ez im
Hechecîk ez im
Silhedîn ez im
Доступные форматы для скачивания:
Скачать видео mp4
-
Информация по загрузке: