Şahîn Farqîn - Serdar Baysal | Evîna Farqînê | Official Music Video © 2024
Автор: Muzîkxane
Загружено: 2024-04-30
Просмотров: 170
Stran: Evîna Farqînê
Gotin û Awaz: Serdar Baysal
Aranjor: Hekîmhan Hekîmoglû
Tembûr: Serdar Baysal
Derhênerê klibê: Serdar Baysal
Drone Kamera & Montaj: Serhat Yuce (Foto Belis)
Evîna Farqînê
Kanîya Derge, Kanîya Xilo, Kanîya Navîn, Kanîya Mezin
Serê Sûrê, Aşê Nebo, çi xweş e Farqîna rengîn
Kanîya Derge, Kanîya Xilo, Kanîya Navîn, Kanîya Mezin
Serê Sûrê, Aşê Nebo, çi xweş e Farqîna rengîn
Minara Qot, Malabadê, li serîya baxça Hesûnê
Nava Farqînê dar dehl in, ew bihûşta rastîn e
Minara Qot, Malabadê, li serîya baxça Hesûnê
Nava Farqînê dar dehl in, ew bihûşta rastîn e
Gaza Topê, Çola Heşto, Elbat li enîyê bilind e
Serîyê çîya binî deşt e, çar dorê wî tev gund e
Gaza Topê, Çola Heşto, Elbat li enîyê bilind e
Serîyê çîya binî deşt e, çar dorê wî tev gund e
Siyabend û Xeca zerî, rengê xwe dan evînê
Gulxatûn û Zembîlfiroş, tên nasîn bi Farqînê
Her tê zanîn bi çanda xwe, Farqîn serî dikêşe
Hunemend û rewşenbîr in, yek ji wan Sîyapoş e
Xelqê Farqînê şoreşger in, derd û bela pir dî ne
Tekoşer in bi jin û mêran, li dû rêçan Egîdan e
Xelqê Farqînê şoreşger in, derd û bela pir dî ne
Tekoşer in bi jin û mêran, li dû rêçan Egîdan e
Zanistî Welatperwerî, li ser vê axê şîn bûne
Xwedîyê dîroka kevnar in, em gelê Merwanî ne
Ozan Şîyar digo dayê, welatê me şêrîn e
Li ser welat evîndar in, evîna me Farqîn e
#muzikakurd #amed #huner
Доступные форматы для скачивания:
Скачать видео mp4
-
Информация по загрузке: