Популярное

Музыка Кино и Анимация Автомобили Животные Спорт Путешествия Игры Юмор

Интересные видео

2025 Сериалы Трейлеры Новости Как сделать Видеоуроки Diy своими руками

Топ запросов

смотреть а4 schoolboy runaway турецкий сериал смотреть мультфильмы эдисон
dTub
Скачать

XELÎL XEMGÎN- RISTA ŞEHÎD

Автор: Xelîl Xemgîn Official

Загружено: 2020-12-11

Просмотров: 16130

Описание:

Ev stran, ji bo bîranîna Şehîdê doza Kurdistan Huseyin Çelebî, sala 1996 de min gotin û awaz çêkirî û tomar kirî.
Huseyin Çelebî hevalekî ji nêz ve me hevdu dinasî!. di hoyên zehmet de, me xizmeta doza gelê xwe dikir de...
Ji bernameyên MED TV, Sersala 1996, yekem car min ev stran li wir strand.
Bi rêzdarî heval Huseyin. emê te ji bîr nekin🙏 ✌️

RISTA ŞEHÎD
Min divêt hertim bêjim
Hiş û reman li ser bipêjim
Rista Şehîd tim birêsim

Cerg û dil li ser bisojim.
Lê ne yek car, hertim car
Tim bikim qîr û hewar
Ji bo Şehîd biqîrim jar...


Ji ber hîma vîna dil
Dil tije bû xem û kul.
Pakrewanê Gele tu...


Doz gerand bû evîndar,
Dil berda qadê bi yek car,
Şehîdê me ye tu...


Ew can û giyan û xwîn.
Pişkivîn gul û nisrîn-beybûn.
Wateyek daye jînê...


Kevinjiyana tar û teng,
Nepejirand ew qey û bend
Hêvanê nuh jiyanê...


Sibê wê bên şahî û dîlan
Navê te nirxê jiyan,
Li ser dîwarê Dibîstan...


Kerwanên me diçên jor
Ronî didin li hawîr dor
Hêvîn û vîne tu...


Min divêt hertim bêjim
Hiş û reman li ser bipêjim
Rişta Şehîd tim birêsim...


Lê ne yek car, hertim car
Tim bikim qîr û hewar
Ji bo Şehîd biqîrim jar...

Gora min ji kevirên Mermer çênekin
Bi vî dilê wek zinaran, em tenê dikarin bispêrin Çiyan.
Bila xayînan di bin kevirên sar de veşêrin.
Ez dil girtiyê ronahî û azadiyê me...
Tewra ber vê dilê min, ber bi tava Sibê,
Ezê bimirim...
Ez girtiyê ji ber ronahî î Azadiyê me.
Ez arama dilê dayîka me...
Ez Huseyinê serfirazim.
( Ji bo bîranîna rêhevalê min ê Şehîd, Huseyin Çelebî -1996 )


Gotin û muzîk: Xelîl Xemgîn.

XELÎL XEMGÎN- RISTA ŞEHÎD

Поделиться в:

Доступные форматы для скачивания:

Скачать видео mp4

  • Информация по загрузке:

Скачать аудио mp3

Похожие видео

array(0) { }

© 2025 dtub. Все права защищены.



  • Контакты
  • О нас
  • Политика конфиденциальности



Контакты для правообладателей: [email protected]