Популярное

Музыка Кино и Анимация Автомобили Животные Спорт Путешествия Игры Юмор

Интересные видео

2025 Сериалы Трейлеры Новости Как сделать Видеоуроки Diy своими руками

Топ запросов

смотреть а4 schoolboy runaway турецкий сериал смотреть мультфильмы эдисон
dTub
Скачать

Rêzedersên Kurmancî 7 - Hevalnav

Автор: Azadiya Welat

Загружено: 2021-07-21

Просмотров: 3650

Описание:

Hevalnav/Rengdêr/Sifet/Adjektîv
Hevalnav cureyeke peyvan e ku kesekî/ê yan jî tiştinan diwesfîne. Hevalnav bi navdêran re tên bikaranîn û navdêran ji gelek aliyan ve rave dikin. Ango hevalnav çawanî, çendanî, rewş, dirûv û rengê navdêran destnîşan dikin.
Ji aliyê wateyê ve hevalnavan ev in:
1. Hevalvanên Çawaniyê: Hevalnavên çawaniyê di eslê xwe de jî hevalnav in; bi awayekî resen di nav hevok û risteyan de tên bikaranîn. Hevalnavên Çawaniyê ji bilî qertafên payeyê tu qertafên din nagirin ser xwe. Hevalnavên çawaniyê rewş, teşe, jêçêbûn, reng û dirûvê navdêran destnîşan dikin.
a. Rewş: mala paqij, kulîlka bedew
b. Reng: Asîmanê şîn, çavên reş
c. Teşe: dîwarê bilind, goga gilover
d. Jêçêbûn: maseya darîn, peykerê zêrîn

2. Hevalnavên Nîşandanê: Hevalnavên Diyarkirinê di eslê xwe de cînavk û hejmarnav in. Lê dema ku cînavkên nîşandanê beriya navdêran bên ew dibin hevalnavên nîşandanê. Ev hevalnav mêjera navdêran nîşanî me didin. Hevalnavên nîşandanê yên tewandî navdêrên li dû xwe jî ditewînin.
Ev ji bo Nêz û xwerû: Ev heval diçe gund. Ev pênûs a te ye.
Ew ji bo Dûr û xwerû: Ew heval diçe gund. Ew pênûs a te ye.
Vî ji bo Nêz û tewandî, nêr: Vî hevalî av vexwar. Vî beranî li min xist.
Vê ji bo Nêz û tewandî, mê: Vê hevalê av vexwar. Vê bizinê xwe ji jor de avêt.
Van ji bo Nêz û pirjimar: Van hevalan nan xwar.
Wî ji bo Dûr û tewandî, nêr: Wî zilamî dans dikir.
Wê ji bo Dûr û tewandî, mê: Wê jinê pirtûk dixwend.
Wan ji bo Dûr û pirjimar: Wan hevalan nan xwar.
Her wiha peyvên wekî “wiha”, “wilo”, “wisa”, “halo” hwd. jî wekî hevalnavên nîşandanê tên bikar anîn. Ev hevalnav bi xwe re wateyeke şibandinê jî didin.
Mînak:
Ez hevalekî wiha digerim.
Min tiştekî wisa negot.
Ev rewş halo nabe.
3. Hevalnavên Jimarîn: Hevalnavên Jimarîn mêjera navdêran destnîşan dikin. Hevalnavên jimarîn bi piranî beriya navdêran tên.
Em mînak bidin:
Çar birayên min hene. Du zarok dileyîzin. Du sed heb çêlek diçêrin.

4. Hevalnavên Nediyariyê/Nebinavkirî: Hevalnavên nediyariyê navdêran bi awayekî nediyar nîşan didin. Ev hevalnav jî ji cînavkên nediyariyê pêk tên lê ev jî beriya navdêran tên bikaranîn.
Mînak: Hemû kurd yek in.
Hin çivîk rengo rengo ne.
Êdî tu kes rojnameyan naxwîne.
Çend zarok kişik dileyîzin.
Divê her kurd bi kurdî bizanibe.
Pirtûka filan nivîskarî derket.
Gelek rojnameyên kurdî hene.
Hwd.
5. Hevalnavên Pirsiyariyê: Hevalnavên pirsiyariyê bi alîkariya pirsê navdêran destnîşan dikin. Gava ku em pirsê ji navdêrekê bikin bersiv hevalnaveke din e.
Hevalnavên pirsiyariyê ev in: kîjan, çend, çi, çawa, çiqas, çilo, kû…hwd.
Mînak: em ji hevokan bipirsin:
• Wê çend pirtûk xwendin?
Wê çar pirtûk xwendin.

Rojnameya Xwebûn bi awayeke azad xebatên xwe yên rojnamegeriyê didomîne. Hûn jî li ser platforman dikarin Xwebûnê bişopînin.

Malper: https://xwebun.org
Twitter:   / rojnamexwebun  
Facebook:   / xwebun  
Instagram:   / rojname.xwebun  

Rêzedersên Kurmancî  7 - Hevalnav

Поделиться в:

Доступные форматы для скачивания:

Скачать видео mp4

  • Информация по загрузке:

Скачать аудио mp3

Похожие видео

Rêzedersên Kurmancî  8 - Hoker 1

Rêzedersên Kurmancî 8 - Hoker 1

Rêzedersên Kurmancî 13 -Veqetandek an jî îzafe çi ne?

Rêzedersên Kurmancî 13 -Veqetandek an jî îzafe çi ne?

Rêzedersên Kurmancî 18 -Lêker

Rêzedersên Kurmancî 18 -Lêker

Refa8 _  Ziman _ Beşa1 Kî Me Ez

Refa8 _ Ziman _ Beşa1 Kî Me Ez

Şêrejina Tora Hevêrka: SILTANA SERHÊN - www.mizizex.com

Şêrejina Tora Hevêrka: SILTANA SERHÊN - www.mizizex.com

Rêzedersên Kurmancî 33 - Hevoksazî / Hêmanên Hevokê

Rêzedersên Kurmancî 33 - Hevoksazî / Hêmanên Hevokê

Refa7 _ Çand û sinc _ Beşa1 Çand Çi ye

Refa7 _ Çand û sinc _ Beşa1 Çand Çi ye

Kurdi hin dibin

Kurdi hin dibin

A2, S9, Hevalnav

A2, S9, Hevalnav

Rêzedersên Kurmancî 23 - Dema Bê

Rêzedersên Kurmancî 23 - Dema Bê

Rêzedersên Kurmancî 29 - RAVEK

Rêzedersên Kurmancî 29 - RAVEK

SERHADO - Ez Kurdistan im

SERHADO - Ez Kurdistan im

Türkmenistan -16  ýanwardaky protestyň netijeleri!

Türkmenistan -16 ýanwardaky protestyň netijeleri!

Kurdi Hin Dibim Hevalnav-Rengdêr 70

Kurdi Hin Dibim Hevalnav-Rengdêr 70

Rêzedersên Kurmancî 14 -Tewang çi ye?

Rêzedersên Kurmancî 14 -Tewang çi ye?

Xecê Herdem Birîndarım | Kurdish Folk Music

Xecê Herdem Birîndarım | Kurdish Folk Music

Rêzedersên Kurmancî 1 - Dîroka Zimanê Kurdî

Rêzedersên Kurmancî 1 - Dîroka Zimanê Kurdî

Ahalda gonamçylyklara gözegçilik güýçlenýär, işanlar, palçylar, tebipler soraga çekilýär

Ahalda gonamçylyklara gözegçilik güýçlenýär, işanlar, palçylar, tebipler soraga çekilýär

Rêzedersên Kurmancî 20 -Ji Aliyê Peyvsaziyê ve Lêker

Rêzedersên Kurmancî 20 -Ji Aliyê Peyvsaziyê ve Lêker

Rêzedersên Kurmancî  5 - Cînavk II

Rêzedersên Kurmancî 5 - Cînavk II

© 2025 dtub. Все права защищены.



  • Контакты
  • О нас
  • Политика конфиденциальности



Контакты для правообладателей: infodtube@gmail.com