Популярное

Музыка Кино и Анимация Автомобили Животные Спорт Путешествия Игры Юмор

Интересные видео

2025 Сериалы Трейлеры Новости Как сделать Видеоуроки Diy своими руками

Топ запросов

смотреть а4 schoolboy runaway турецкий сериал смотреть мультфильмы эдисон
dTub
Скачать

Sira Serketina Erdal Kaya Çi ye?

Автор: perxudres

Загружено: 2025-11-22

Просмотров: 131

Описание:

Li dinê her derê, di her dewrê da komedyenên jêhatî naturalîstên dema xwe ne.Ew komedyenên jêhatî, li derdora wan çi mesele hebe, wan tevî mubalaxayên mîzahlêketî rasterast dadixin-radixin sahne û skeçan.

Parametreyên din li hêlekê, zimanê wan komedyanan çiqas pir nêzîkî karakterên li derdora milet be, milet ewqas pir dikene.Komedyen Erdal Kaya jî tevî birayê xwe Rênas Kaya, bi zimanekî natural î ne dûrî milet li sahne û skeçan e.

Ew komedyenê bi zimanê Batmanê mezin bûye, bêyî ku bikeve qeyd û qêxeyên zimanekî sterîl û standart hema çi, çito tê ber devê wî dipeyîve û ew jî dike ku zimanê wî siwar be û sewtê wî neşikê li sahne û skeçan.

Metna Vik û Vala, metna wê stand upa Erdal Kaya payîza 2025an bû kitab derket. Malumatên li kitabê raber dikin ku metna stundupê bi destên Erdal Kaya û Rênas Kaya hatiye hazirkirin. Wan her du birayan ji sosyal medyayê heta îmtihanên jibo memûrîyê ser gelek meseleyên vî zemanî mîzaheka bi zimanê milet danîne standupê.

Di zimanê milet da, di zimanê wan Kurdan da ku li Tirkîyê dijîn, bixwazî nexwazî peyvên bi Tirkî hene ku ew peyv heta radeyekê normal in. Heyata bajarî, heyata di nêv sîstema dewleta Tirkîyê da kiriye ku pirtir kelîme û kinkirinên bi Tirkî bikevin zimanê Kurdan.

Mesela KPSS, bi navê xwe yê dirêj Kamu Personeli Seçme Sınavı.. Vî zemanî hema bêje herkesê li Tirkîyê dijî zane ku ew îmtihan bo kadroyên dewletê heye, bo tayînkirinan. Erdal Kaya û Rênas Kaya xwe nedane zorê û navekî bi Kurdî nedîtine ji wê re, rind jî kirine. Eger Erdal Kaya û Rênas Kaya biketina kompleksên kelîmeyan, wan wê li şûna mîzahê, mecbûrî bi tenê îzah bikirina ku ewê pê ra gotinên wan tehmsarkî bimana.

Di metnê da Erdal Kaya û Rênas Kaya ser KPSSê ji zarê Erdal Abê dibêjin, ‘’Ez êdî nakevim îmtihan mimtihanan’’ ku wê peyva îmtihanê, ewê bi eslê xwe bi Erebî li her derê herkes fehm dike ku çi ye. Kurdên kitabî û dûr ji zimanê milet, nola ku leke li îmtihanê ketibe, xwe li azmûnê digirin ku ew jî bi eslê xwe bi Farisî ye.

Di Vik û Vala da, di kitaba wê da yanî, ser KPSSê îzah heye di notekê da li jêr: KPSS, azmûneke memûrtiyê ye li Tirkiyeyê ku bi rêya vê azmûnê, kesên bi ser dikevin, dibin xwedî kar û pîşe di sazî û dezgehên fermî/dewletê de.

Erdal Kaya bi zimanekî wanî li skeç û sahneyan bûya kesî jê tiştek fehm nedikir elbet, û elbet kes nedikenîya. De bira Erdal Kaya bi zimanê xwe bikenîne û dûr bisekine ji Kurdîya kitabî, feq e ew, ew kozik û kemîn e.

https://open.spotify.com/episode/69cy...

Sira Serketina Erdal Kaya Çi ye?

Поделиться в:

Доступные форматы для скачивания:

Скачать видео mp4

  • Информация по загрузке:

Скачать аудио mp3

Похожие видео

Stand Up a Kurdî bi Erdal Kaya re

Stand Up a Kurdî bi Erdal Kaya re

CIVAT - PERÎNAZ  DELAZY / ERDAL KAYA

CIVAT - PERÎNAZ DELAZY / ERDAL KAYA

Çi Şên Bûn Çi Edebîyat Bûn Kafeyên Diyarbekir

Çi Şên Bûn Çi Edebîyat Bûn Kafeyên Diyarbekir

Залипательные Видео с Рабочими, Которые Делают Невероятные Вещи

Залипательные Видео с Рабочими, Которые Делают Невероятные Вещи

Xatirayên İhsan Nuri Paşa, Romîyên Kumsor û Qumrîkê

Xatirayên İhsan Nuri Paşa, Romîyên Kumsor û Qumrîkê

Duty Camry Vs 2021 Camry. Haysy Has Gowy Haysynyñ Zapçasty Arzan? Hemme Soraglara Jogap!

Duty Camry Vs 2021 Camry. Haysy Has Gowy Haysynyñ Zapçasty Arzan? Hemme Soraglara Jogap!

PODCAST: Meşa Xatirayan û Qehwexaneya Azadê

PODCAST: Meşa Xatirayan û Qehwexaneya Azadê

Ciwan Tea - Erdal Kaya | Beşa 9.

Ciwan Tea - Erdal Kaya | Beşa 9.

Он хотел унизить ислам, но через 5 минут...

Он хотел унизить ислам, но через 5 минут...

HINEK HENEK - OLÎMPOS

HINEK HENEK - OLÎMPOS

PODCAST: Kê Mayakovsky Kuşt?

PODCAST: Kê Mayakovsky Kuşt?

Певец «Шаман» даже чемоданы не разобрал, вылетел пробкой. Что же ты, Ярик, не пошёл до конца?

Певец «Шаман» даже чемоданы не разобрал, вылетел пробкой. Что же ты, Ярик, не пошёл до конца?

Мировая Экспансия «Братьев-Мусульман» | Интервью с Диной Лиснянской 04.12.2025

Мировая Экспансия «Братьев-Мусульман» | Интервью с Диной Лиснянской 04.12.2025

Tesla Pi Phone за 789 шокирует индустрию спутниковая связь и титан разрушают рынок смартфонов

Tesla Pi Phone за 789 шокирует индустрию спутниковая связь и титан разрушают рынок смартфонов

Решающая партия! Алиреза Фирузджа - Нодирбек Абдусатторов | Лондон 2025 | Шахматы

Решающая партия! Алиреза Фирузджа - Нодирбек Абдусатторов | Лондон 2025 | Шахматы

SECDEDE VEFAT EDİP 300 YIL BOZULMADAN DURAN ZAT. DİRİ BABA TÜRBESİ

SECDEDE VEFAT EDİP 300 YIL BOZULMADAN DURAN ZAT. DİRİ BABA TÜRBESİ

Bulgarên Sirgûn û Diyarbekira Kozmopolît

Bulgarên Sirgûn û Diyarbekira Kozmopolît

🔴 СРОЧНО Европа Зеленскому о предательстве США || Россия в чёрном списке

🔴 СРОЧНО Европа Зеленскому о предательстве США || Россия в чёрном списке

THE MOST BEAUTIFUL FUSION!! Flamenco, Accordion & Violin in Music That Touches the Soul

THE MOST BEAUTIFUL FUSION!! Flamenco, Accordion & Violin in Music That Touches the Soul

Удар под ватерлинию: Казахстан выдавили из Новороссийска! ЕС отказывается от СПГ из РФ!

Удар под ватерлинию: Казахстан выдавили из Новороссийска! ЕС отказывается от СПГ из РФ!

© 2025 dtub. Все права защищены.



  • Контакты
  • О нас
  • Политика конфиденциальности



Контакты для правообладателей: [email protected]