Atilla Jozsef - Zilamê Heftan (Deng: Yehya Omerî)
Автор: Asoya Helbesta Kurdî
Загружено: 2018-04-11
Просмотров: 13606
Helbest: Atilla Jozsef
Weger: Gernas Nenas
Deng: Yehya Omerî
Asoya Helbesta Kurdî ©
Ger tu li vê dinê rêwî bî,
Hewl bide heft caran ji dayik bibî
Carekê, li maleke bi agir şewitî,
Carekê, li nav lehiya wek qeşayê cemidî
Carekê, li nav dînên hişavêtî
Carekê, li nav erdê genimên gihîştî
Carekê jî li mergeyeke bê kes û xwedî
Heft zarokên bi dengekî digirîn, ne bes e:
Tu bi xwe yê heftan be.
Eger şerê te ji bo parastina canê te be
Tu li ber çavê dijminên xwe heft kes be
Yek, divê karker be ku yekşemê radiweste
Yek, divê duşemê kar li ber dest be
Yek, divê bêpere perwerde bike
Yek, divê bi fetisîna xwe fêrî avjeniyê bibe
Yek divê bibe xwediyê tovê daristaneke mezin
Yek jî divê neviyek gernas be ku pêşiyên wî ew diparêzin
Lê ev hunera wan jî hîn ne bes e
Tu bi xwe yê heftan be.
Eger te ji xwe re jinekê dît
Divê tu li dora wê jinê bibî heft egîd
Yek, divê bixape bi gotinên xweş
Yek, divê bê wê jî bizane bimeş
Yek, divê têkeve nav xeyalên geş
Yek, divê destê xwe têxe bin fîstanê reş
Yek, divê jîr û hişyar be
Yek jî li pey desmala wê bêwar be
Bila bibin wek kelmêşa li xwîna wê dimije
Tu bi xwe yê heftan be.
Eger nivîsandin ji te tê
Divê heft kes binivîsin helbestê
Yek divê gundekî çêke ji mermerê
Yek divê di xew de hatibe dinê
Yek divê esman xêzke wek nexşê
Yek divê mişkan biperçiqîne wek bêrê
Divê du heb jêjatî, çar heb jîr bin.
Tu bi xwe yê heftan be.
Û eger her tişt wek nivîsê biqewime
Tu jî ji bo heft kesan bimire
Ji bo kesek di dergûşê de dimije
Ji bo kesek bi destan memikên gilover diguvêşe
Ji bo kesek firaqên vala diavêje
Ji bo kesek bo feqîran xwêdan dirêje
Ji bo kesek ku tenê li hîvê dinihêre
Dê dinya bibe kevirê gora te
Tu bi xwe yê heftan be.
Atilla Jozsef
Wergêr: Gernas Nenas
Deng: Yehya Omerî
ASOYA HELBESTA KURDΰ
11ê Nîsanê 2018
TÊKILÎ
Emaîl: [email protected]
Facebook/YouTube: Asoya Helbesta Kurdî
Twitter: @asoyahelbesta
Доступные форматы для скачивания:
Скачать видео mp4
-
Информация по загрузке: