Mektûbeka Hişyar V. û Cewabeka Ser Kezeb û Kulîlkean
Автор: perxudres
Загружено: 2025-11-17
Просмотров: 37
Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran, ji vê podcastê mektûbeka Hişyar V. û cewabeka bo wê mektûbê radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wan mektûban bi we ra me.
Perxudres Podcastê bi minasebeta Newroza 2025an nameyên bîranînî diweşandin. Min jî wê demê ser wefatkirina apê xwe nameyek şandibû; di nameyê de min behsa bîranînên Newroza Amedê ya 2013an kiribû. Ew name bi teklîfa edîtorê podcastê veguherî nameyeke ser apê min.
Em meh û nîvekê li ser vê nameyê sekinîn, em bi hev re car din êşiyan. Ji bo ew hesasiyeta wî piştî ewqas wextê car din spasîya edîtor dikim.
Dema em ji wê nameyê werin ser meseleya xwe ya îro, di ser wefata apê min re salek derbaz bû. Carna gava ew tê bîra min giranîyek dikeve ser min. Sala berê, van deman tînim bîra xwe. Wan demên min bihîst ku apê min li zindana Metrîsa Stenbolê wefat kiriye.
Jixwe demên dawî em li benda vê xebera ne xweş û reş bûn. Apê min, nexweşê giran ê ALSê, çiqas hewildan çêbûn jî nehat berdan. Ew mirî, lê nemirî vegeriya Qoserê, bi darbest û bi wesîyetên xwe. Me ew bir mala wî berê, hewşa mala wî. Piştî malê, me berê wî da goristanê, û ew li cem biraziyê xwe yê şervan hat veşartin.
Gora kurê wî, xortê wî li Dirbêsîyê ye, li alîyê din ê sînor. Wesîyeta apê min bû, dixwast gora xortê wî li cem gora wî be.
Apê min hosteyê pîmapenên pencereyan bû, û kurê wî, pismamê min li cem bavê xwe çiraxtîya pîmapenan dikir, li ber destê hosteyê xwe mezin dibû.
Ew çiraxê pîmapenan li dû bavê xwe bibû çiraxê dozê li Dirbêsîyê. Wek Rênas Jiyan jî dibêje berxikên berdûş zû ji dergûşên xwe dûr ketibûn.
Zarok e, kezeb e, berxik e, belkî em rojekê pismamê min ji Dirbêsîyê bînin Qoserê, ber serê apê min, zarok e, kezeb e, berxik e.
Hişyar V.
Kekê Hişyar V.,
Ez dibêjim herhal tek maleka me jî nema ku trajedîya giran a miletbûnê li dîwarên wê neketiye.
Herhal, ez dibêjim, herhal derzên dilên dayikên van erdan bi ser hev xî wê pê rê çêbe here welatên dûr û derez.
Berxik dibin, ferxik dibin, ewên di fotografan da kenên heta hetayê hiştine û bi mirinên xwe ar bi cîgerên xwedîyên xwe xistine, ez dibêjim herhal ji binê erdê avê dişînin ser rûyê erdê ku pê vedimire şewat, pê şîn dadigere şahîyê.
Pir difikirim, çi qudret e kîjan quwet e dike ku canik û ciwanikên war û welatekî bo miletekî serên xwe bidin, bikevin bin axa sar.
Car caran hêvî û ûmudî bi min ra namînîn, her tiştê li dinê bêmehne dibînim ku hepsîyên sîh sal in li benda serbestbûnê ne têne bîra min, sirgûnên bêrîya bayê welatê xwe kirine û ketine tayê û ewên serê xwe dane ser kevir û zinaran û bûne hesabdarên stêrkan; ew têne bîra min û ji ketin û şikestina xwe fedî dikim.
Bo te, bo apê te û pismamên te çi bêjim kêm e heyran, tenê zanim ku şîn e û te diêşîne. Belkî yek rokê xebera xêrê bîne, belkî milet bibîne dê û bav bi berxikên xwe û bilbil bi gulan şa bûne, wê roya ku kulîlkên welêt bi deng û rengê dilan sor bûne.
Omer Faruk Baran
Tu jî dikarî mektûbên xwe yên ser heyatê ji Perxudres Podcastê ra bişînî. Bo mektûban adres: [email protected]
Доступные форматы для скачивания:
Скачать видео mp4
-
Информация по загрузке: