Filma Paracanovê navdar bi sazbendîya sitirana Fatma Îsa dest pê dibe.
Автор: Riataza Курдистан
Загружено: 2015-11-29
Просмотров: 35980
Guhdarên ezîz, kerem bikin, guhdarîya bernameya radyoya Ria taza pêşkêşî bîranîna dengbêjeke kurdaye gelêrî ya bi nav û deng Fatma Îsa bikin. Navê Fatma Îsa lêgênda zargotina kurdî, di nava maşoqên dengbêjiya kurdîye Sovyêta berê û her wiha li seranser Kurdistanê naskirî û hizkirî ye. Dengbêja bikir û bilindnav, xwedîya dengeke bibandor û taybet 15 çileyê sala 2010 an di temenê 76 salîya xwe de ji ber nexweşîya dilik çû ser dilovanîya xwe. Nivîskarê kurd Tosinê Reşîd ji bona wefat kirina dengbêja navdar Fatma Îsa, wiha nivîsî bû: "Gotinek pêşiya heye, dibêjin: Bi nanekî nandar nabî, bi derbekî derbdar nabî. Lê Fatma Îsa, tenê bi stranekê, bi ya Miho bû navdar, hem jî çawa bû navdar! Bi stirana "Miho", nav û dengê wê, seranserê Kurdistanê belav bû. Kurdên koçber, nav û dengê stirana "Miho" û nav û dengê Fatma Îsa li seranserê cîhanê belav kirin... Fatma Îsa stirana "Lo, Miho" kire klasîk, û bi xwe jî bi wê kilamê bû klasîk"
Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.
Доступные форматы для скачивания:
Скачать видео mp4
-
Информация по загрузке: