Ahmedê Xanî - iro li textê dilberi
Автор: Diwana Sitrana
Загружено: 2025-12-14
Просмотров: 54
Dengbêj kurdî klasik ji dîwana Ehmedê Xanî: “iro li texrê dîlberî ”
Westran û stranên kurdî yên kevn bi dengê “Diwana Sitrana”.
دیوانا سترانا /سترانێن کوردی هەلبەستێن ئەحمەدێ خانی.
îro li textê dîlberî, ya rebb! çi şîrîn esmer e
jê nabitin min dil birrî, ew dîlber e, yan dilber e
dil gorîya canane ev, hem dîn û hem îmane ev
hem lutfû hem îhsane ev, hem law û hem gerden zere
kakul ji ber tacê bi zerr, ta ta wekî perr têne der
ser eskerê tîpa teter, serdar e yane serwer e
ya rebb hebîna reng feleq, horî teteq dagirt şefeq
ya belg û netrik, ya wereq, ya qişt e,yana çenbere
ew turre, ya keyso ne ew, zencî ne, ya hindo ne ew
şutrî ne, ya şeb‘bo ne ew, ya toxê şahê sencer e
ebrû ne yan cotek hîlal, hindû ne yan nîşan û xal
keysû ne yan hezret bîlal, meşxûlê ellah ekber e
çav in gello? ya serxweş in, ya kafir in ya dilreş in
bêmar in ew ya nexweş in, yan nêrgiz û cadûkher e
ruxsar e, ya rebb! ya qemer, guftar e ya rebb! ya guher
ew qend e ya rebb! ya şeker,ew suhd e yane xebere
ew rûn e yan gulbergê al, alal e, yan dêma bi xal
qendîlê nûra zulcelal, mir’at e yana mezher e
dêm, şûşe nûra heqq di nav, dev xunçe ya şirîn gulav
rux, sorgula rengîn xunav,xal, misk e,nîşan anber e
lêv in gello? yaqûtê can, yaqûte,ya qûtê rewan
ya qutîya durca diran, yan hewza ava kewser e
ya rebb xetê reyhanî ye ser sûretê qur’an’î ye
yan xatema sultanî ye, mir’at e, yane menzer e
xal in gello ya fulful in, ew arid in yan sorgul in
em aşiqin, yan bulbul in,zîkrê wî werda ehmer e
ew gerdena şubhê şemal, ser çesmeya ava zelal
qarûreya xemra helal, ya şîse ye, yan mermer e
ya rebb! qeda zîba ye ev, yan ke’be ya îsa ye ev
yan mescîdul-eqsa ye ev, yan sidre, yana er’er e
ya rebb! dilê dîwane ye, yan alimê ferzane ye
yan bulbulê wêrane ye, yan ûd e,yana mîcmer e
ew xanî yê dildade ye, meşreb ji rengê bade ye
derdê wî, yarek sade ye, lew her zeîf û rengzer e.
#DiwanaSitrana #dengbej #dengbejî #stran #strankurdî #muzîkakurdi #kurdî #kurdishmusic #AhmedêXanî #EhmedêXanî #AyDerîxaMame #folklorakurdi #klasîk #kurdishfolklore #dengbejîBadînî #rojnamevanî #kurdistan #kurmancî
#دیوانە_سترانە #دەنگبێژ #گەورەی_دەنگبێژ #گۆرانی #گۆرانی_کوردی #موزیک_کوردی #کوردی #ئەمەدە_خانی #ئەھمەدە_خانی #ئای_دەریخا_مامە #فۆلکلۆر_کوردی #موسیقای_کلەسیک #دەنگبێژی_بادینی #کوردستان #کوردستان
Доступные форматы для скачивания:
Скачать видео mp4
-
Информация по загрузке: