Rêzimana kurdî bı Sercivînre"Dema boriya dûdar"تعلم اللغةقواعداللغة الكرديةمع سرجفين“ ماضي مستمر“
Автор: Rêzmana kurdî bı Sercıvînre
Загружено: 2021-05-29
Просмотров: 255
Lêkera dema dûdar
Ev dem bı alîkariya qertafa "-e" û rayeka dema borî pêk tê dı lêkerên ku bı dawînıya xwe dengdêrên (ev qertaf dibe "-ıye"). Ev dem dıde xwiyanî ku, karînek bûyerek yan kırınek berî nıha hatıya kırın lê akama (ancama) wê hîn lıber çavan e û hîn jî berdewam bûn heye lê nedîyare.
Ev dem bı vî awayî /șêweyî tê sazkirin :
Ra(dema borî) +paşgira kesanî+ - e/ıye =dema borıya dûdar.
Mînak:
vaye min nan xwariye.
Tu gıhıştiye xwesteka xwe.
Neyînıya dema borıya dûdar:
Ew jî wek dema têdeyî ya amraza wê pêkhatî berî lêker a bingehîn.
Mînak: Lêker xwerû
Ez ne hatıme
Tu ne hatıye
Ew ne hatıye
Em ne hatıne
Hûn ne hatıne
Ew ne hatıne
Mînak : Lêkera Pêkhatî
Te ez ve ne gerandıme
Mın tu ve ne gerandıya
Te ew ve ne gerandıye
Te em ve ne gerandıne
wî/wê hûn ve ne gerandıne
Wan ew ve ne gerandıne.
Hın carina jî ku karek bêhemdî bûye an jî jı devê hinekî din naskırıye ev dem nemaze dı nûçeyan de bikar tê. Dema jı bo bûyerên ku mirov jı devê hının dın vediguhêze.
lê divê demêde em aloziya wek heviya kesê yekjimara duyem û yekjimara sêyem dıbînın û tê ber çav.
Her wiha aloziya jıbo kesê yekjımara sêyem dı borıya têdeyî ûkesê yekjımara sêyem borıya dûdar tevlîhevî tê holê wek lêkerin :hat, ket, xıst, şûşt,......... hwd. Dibê dı dema têdeyî :
Ew hate, kete, xiste, şuşte.
û dema dûdar jî dıbe:
Ew hate, kete, xiste, şuşte.
wek xwıya dıbe aloziya wekhevî heye. jı loma dema dûdar bırıyara mana " - ıye" bı dawîya lêkera xwe bimîne.
Mînakên dema borıya Têdeyî:
Ew hat/e Gund.
Ew ket/e hundir.
Ew evêt/e derve.
Mînakên dema borıya dûdar :
Dıbe:
Ew hatiye Gund.
Ew ketiye hundir.
Ew evêtıye derve.
Доступные форматы для скачивания:
Скачать видео mp4
-
Информация по загрузке: