Rêzimana kurdî bı Sercivînre : RAWAYA FERMANÎ
Автор: Rêzmana kurdî bı Sercıvînre
Загружено: 2021-08-15
Просмотров: 142
**** Raweya Fermanî ****
Ev Rawe bi alîkariya rayeka dema niha ya lêkerê û amraza raweye fermanî "bi" yê bikar tê an derdikeve holê.
Di kurmancî de, fermanî tenê jibo kesê duyeme[(Tu, Hûn) di kesê yekjimar û kesê gelê jimar /pirjimar] heye.
Fermanî bi paşinga kesane/Nîşandekên kesane ew jî ev in:
_ E:Jibo kesê duyem yê yekjimar re.
_IN: Jibo kesê duyem yê gelê jimar re.
Emê mînak a bînin holê:
=Ji bo yekjimar:
Bike, bide, bistîne, bixwe, bigire, bigere, bibîne, biçe, bişo, bibe................ hwd.
=Ji bo Gelejimar:
bikin, bidin, bistînin, bixwin, bigirin, bigerin, bibînin, biçin, bişon, bibin.............. hwd.
Em dibînin ku ev forma fermanî bi vî awayî avadibe:
Berlêker/amraza fermanî +rayeka niha +nîşaneka kesane( NK) /an paşinga kesane (P.K).
Mînak:
1-(Xwerû)
avêtin dibe avêj
Tu kevir bavêje.
Hûn kevir bavêjin.
+ketin = keftin dibe kev
Tu bikeve.
Hûn bi kevin.
2-(Pêkhatî)
+daketin=daketin debe dakev
Tu dakeve.
Hûn dakevin.
+vekirin dibe vek
Tu derî veke.
Hûn derî vekin.
*Livir wek xwiya dibe ku di lêkerin pêkhatî de pêşgira lêkerê dikeve şûna amraza fermanî "bi" û wê davêje/derdixe dervî hevokê.
------------------------------------------
*Teşeya Neyînî ya fermanî:
Bi alîkariya amraza neyîyê"me" çê dibe, ew dikeve şûna amraza fermanî "bi".
Lê hîn jî kurdan amraza neyînî "ne" jî bikar tênin.
Mînak:
bireve (arîniye) dibe me reve.
birevin = dibe mêrê in.
Her wiha ne şaşe ku em bêjin:
ne rev e an ne rev in belê di fermanî de durist tîrê ku em bêji: me rev e an me rev in.
** Têbînan **
1-Eger tîpa dawiya raya lêkerê degdêrbe. Hîngî dawîniya fermanî yê ya yekjimar Înê "E" nayê/netê xebitandin.
Mînak :
Rader ajotin, rayek dibe "ajo".
fermanî: bajo , bajon.
şûştin rayek dibe şo.
fermanî: bişo , bişon.
2-Eger raya lêkerê bi dengdêrekê dest pê bike,
berlêker"bi" dengdêra wê winda dike.
rader:alastin dibe alês
forma fermanî :
balêse balêsin.
êşîn:
bêşıne bêşînin.
3-Eger lêker pêkhatî be, berlêker/amraza fermanî "bi" nayê xebtandin/bikaranîn. wek: hilgirtin, rabûn, rûniştin(rûnîn) .
di rawa fermanîde dibe:
hilgire hilgirin.
rabe rabin.
rûne rûnin.
Her şad û serkeftî bin ta wanyêyek dî xweş bijîn.
Доступные форматы для скачивания:
Скачать видео mp4
-
Информация по загрузке: