Rêzimana kurdî bı Sercivînre Lêkerin alîkar(Sazber)
Автор: Rêzmana kurdî bı Sercıvînre
Загружено: 2021-08-29
Просмотров: 198
LÊKERÊN ALÎKAR
Ev lêker ji cuday erka xwe ya bingehîn bi erkê din jî radibe, û kardike. Ev lêker du curene:
1- Lêkerên Sazber.
2- Lêkerên Rêzder.
= Lêkerên Sazber yê (Pêkhatî, hevdudanî û biwêjên lêkerî) li gorî hêmana xwe ya lêkerî ya sade heker lêker ger guhêz be an jî ne gerguhêz be ligorî rêzik û rêgezên rêzimanî ya kesandin û kêşandina lêkera sade bikar dibe. emê du mînaka bînin ber çav li gorî demên lêkeran:
lêkera ger guhêz î Pêkhatî : hilgirtin.
û lêkera ne ger guhêz î Pêkhatî :datetin.
1- boriya têdeyî:
Min barê xwe hilgirti.
Ez ji ban daketim.
2-boriya dûdar:
Min barê xwe hilgirtiye. (e).
Ez ji ban ketime. (e).
3-boriya berdest:
Min barê xwe hildigire. (di).
Ez ji bab da diketim. (di).
4-boriya berdest î domdar:
Min barê xwe hildigirte. ( di+e).
Ez ji ban dadiketime. (di+e)
5-boriya berdestî bilanî:
Bila Min barê xwe hilgirtama. (bila+ama).
Bila ez ji ban daketama. (bila+ama).
6-boriya hekînî:
Min dê barê xwe hilgirtama. (dê+ama).
= dema niha:
1- Nihaya pêkerî:
Ez barê xwe hil digirim. (di).
Ez ji ban da dikevim. (di).
2- Nihaya domdar:
Ez barê xwe hil digirim. (di+e).
Ez ji ban dadikevime. (di+e)
3-Nihaya bilanî:
Bila ez barê xwe higirim.
Bila ez ji ban dakevim.
=dema wê bê an mandî/iyandî:
Ez dê/ê barê xwe hilgirim. (ê an dê).
Ez dê/ê ji ban dakevim. (dê an ê).
= Raweya fermanî:
Tu barê xwe hilgire. (e)
Hûn barê xwe hilgirin. (in).
TÊBÎNÎ AN DAXWIYANÎ
=================
1- wek me dît di mînakin jorîn de di dema nihaya bilanî, WÊBÊ, boriya berdest a bilanî, hekînî, û Raweya fermanî bi alîkariya ber lêker (bi) têne avakirin lê lêkerên pêkhatî ji vê rêzikê derdikevin ew wê ber lêkerê davêjin.
2- ber lêker (di) û amraza neyîniyê (na an ne) dikevin navbera pêrkîtê û lêkera sade ya de.
3-Piştira divê em bidin naskirin ku kêşandina û kesandina lêkerên hevdûdanî û bêwêjiên lêkerî di raweya û çêbiwarî de bihev ve tên nivîsandin.
Mînak :
====
Rader: Avdan, lihevkirin,
daxwastin, rahiştin.
Çêbiwar: Avdayî, lihevkirî,
daxwastî, rahiştî.
Lê kesandin û kêşandinê de, tenê hîmê lêkerî tê kesandin hêmenê ne lêkerî jî cih de têne nivîsandin.
mînak:
Bihevketin: Em bi hev ketin.
Jibîrkirin: Memo tu Çaran Zîna xwe jibîr nekir.
Доступные форматы для скачивания:
Скачать видео mp4
-
Информация по загрузке: